Koma sêyemîn a koçberên Efrînê bi rê ket

Koma sêyemîn a koçberên Efrînê ji herêma Cizîrê ber bi Efrîna Rojavayê Kurdistanê ve bi rê ket. Ev kom ji 1000 malbatan pêk tê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di 20`ê çileya 2018`an de Tirkiyê û komên wê yên çekdar dest bi êrîşên dagirkirina Efrînê kirin.

 

Gelê Efrînê bi hemû beşên xwe re 58 rojan li dijî bombebarana herî dijwar a bi balafirên şer û bê mirov, şerê bejahî, tang û topan liber xwe dan ku ev yek bi Berxwedana Serdemê hat binavkirin.

 

Efrîn di 18’ê adarê de ji aliyê dewleta Tirkiyê ve hat dagirkirin û bi hezaran şêniyên wê koçberî Şehbayê bûn.

 

Piştî êrîşên li ser Şehba koçberî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bûn, herî dawî jî li herêma Cizîrê bi cih bûn.

 

Piştî salên dirêj ji koçberiya bi darê zorê ya komên çekdar ên bi ser Tirkiyê ve li ser xelkên Efrînê.

 

Hêviya vegerê di çavên koçberên Efrînê de her tim zindî ye, bi vegerê re hêviyên wan geş dibin.

 

Komeke din a koçberên Efrîna Rojavayê Kurdistanê di seatên sibehê de, li çerxerêya Yusif Gulo ya rojavayê bajarê Qamişlo kom bûn, bi dehan erebe û bas ber bi Efrînê ve bi rê ketin.

 

Koma sêyemîn a koçberan ji 1000 malbatan pêk tê û ji 3800 kesan pêk tê.

 

Vegera koçberan yek ji xalên sereke yên peymana 29`ê çileyê ya di navbera Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratk de ye.

 

Di çarçoveya lihevkirinê de, heta niha 3 kom çûne Efrînê

 

Koma yekem di 9`ê adarê de a ku ji 400 malbatan pêkdihat gihêştin Efrînê.

 

Her wiha koma duyem jî ji 200 malbatan pêkdihat.

 

Ya îro ku ber bi Efrînê ve bi rêketî ji1000 malbatan pêk tê.

 

Efrîniyên ku 8 sal in li hemberî her cûre zor û zehmetiyên koçberiyê li ber xwe didin, niha bi coşeke mezin vedigerin li ser cih û warên xwe.

 

Tê payîn ku di demeke nêz de komeke din a Efrîniyan vegerin ser cih û warên xwe.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye