Newroza îsal bi dirûşma “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” li dehan navendan hate pîrozkirin.
Bi milyonan kesên tev li pîrozbahiyên Newrozê bûn, peyamên xurt dan.
Bi milyonan kes xwestin azadiya fîzîkî ya Rêberê Damezîrîner ê PKK`ê Abdullah Ocalan pêk were û yekîtiya gelê Kurd çêbibe.
Endama Komîteya Amadekar a Navendî ya Newrozê Sema Koç a Endama Meclîsa Partiyê ya DEM Partiyê derheqê pîrozbahiyên Newrozê û peyamên hatin dayîn de axivî.
"Coş û elecan li qadan veguherî helwesteke xurt"
Sema Koç diyar kir ku pîrozbahiyên Newroza îsal bi kelecaniyeke mezin dest pê kir û ev coş û kelecan li qadan veguherî helwesteke xurt.
Sema Koç anî ziman ku gelê Kurd; Newrozê ne tenê weke şahiyekê, lê wekî qadeke polîtîk dibîne û wiha got:
“Di bin baran û sermayê de jî gel li qadan bû. Dizanin ku ji bo çi tên.
Ev yek, hem ji bo Amedê hem jî ji bo bajarên din, newrozeke pir cuda derxist holê û wekî pêngavekê bû.”
"Daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate xwestin"
Sema Koç bal kişand ser daxwaza sereke ya gel a li qadên pîrozbahiyên Newrozê de û destnîşan kir ku peyam û wêneyên Abdullah Ocalan li her derê bûn û got:
“Daxwaza gel ev e ku Rêber Apo êdî bi awayek fizîkî li derve be.
Îsal Rêber Apo bi ruh û peyamên xwe bi me re bû, lê hêviya me ew e ku sala pêşiya me ew bi fîzîkî jî di nav me de be.”
"Ji çar aliyên Kurdistanê peyamên yekîtiyê hate dayîn"
Sema Koç qala girîngiya yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd kir û wiha axivî:
“Ji çar aliyên Kurdistanê; ji Rojava, Başûr, Rojhilat û ji Ewropayê peyamên hevgirtinê gihaştîn Amedê.
Hat diyarkirin ku bi taybetî piştî xwedîderketin û berxwedana ji bo destkeftiyên Rojava, li qadan xwedîderketineke xurt ji bo yekîtiya demokratîk û neteweyî derketiye pêş.”
"Daxwaza aştiyek mayînde heye"
Sema Koç di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku pankart, daxuyanî û dirûşmeyên li qadan nîşan dan ku daxwaza pêvajoya aştî û civaka demokratîk li ser civakê bandoreke erênî ya mezin kiriye û wiha axivî: "Gelê Kurd bi dil û can dixwaze ku ev pêvajo li pêş bikeve û aştiyeke mayînde pêk were.”