Li Libnanê di êrişên Îsraîlê de 9 kes hatin kuştin

Medya dewletê ya Libnanê ragihand ku Îsraîlê êrîş bir ser Nabatiye û Sidonê. Di encamê de herî kêm 9 kes hatin kuştin û 47 kes jî birîndar bûn e.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Herî dawiyê êrîşên Îsraîl li ser Îranê û çekdarên girêdayî wî zêde bûne.

Di pêleke nû ya êrîşên Îsraîlê yên li başûrê Libnanê de herî kêm 9 kes hatin kuştin.

Medyaya Libnanê îro ragihand ku di wan êrîşan de 47 kes jî birîndar bûne.

Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Libnanê (NNA) ku agahiyên xwe dispêre Wezareta Tenduristiyê, hûrgiliyên êrîşan eşkere kir.

Li gorî nûçeya ajansê, di biserdegirtineke Îsraîlê ya li bajarokê Hebûşê yê Neqetiyê de 3 kes hatine kuştin û 18 kes jî birîndar bûne.

Ajansê diyar kir ku di êrîşeke din a Îsraîlê de li Xaçerêya Alemê ya li Sûrê 24 kes birîndar bûne.

Di heman demê de, artêşa Îsraîlê êrîşî Kampa Penaberan a Filistîniyan a Mieh Miehê kir.

Di vê êrîşê de 2 kes hatin kuştin û 4 kes jî birîndar bûn.

Ji aliyê din ve, di êrişa li ser bajarokê Edlûnê yê Sîdonê de 4 kes hatin kuştin û kesek jî birîndar bû.

 

Îsraîl: Em di van êrîşan de endamên Hizbullahê dikin hedef

 

Îsraîl dibeje ku ew di van êrîşan de endamên Hizbullahê dikin hedef.

Duh jî rojnameya The Times of Israel destnîşan kir ku artêşa Îsraîlê di êrîşeke asmanî de li bajarê Bint Jbeil ê başûrê Libnanê 5 endamên yekîneya dijî tank a Hizbullahê kuştin e.

Her wiha duh artêşa Îsraîlê hişyarî da niştecihên 7 taxên li başûrê Beyrûtê derkevin.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichai Adraee bi daxuyaniyekê li ser platforma X`ê axivî û wiha got:

"Artêşa Parastinê ya Îsraîlê bi hêzek zêdetir operasyon û êrîşa li ser binesaziya leşkerî ya Hizbullahê li seranserê taxên başûr didomîne.

Artêş niyeta zirarê nade we ji ber vê yekê ji bo ewlehiyê, divê hûn tavilê derkevin."

 

Fransa ji bo agirbesta di navbera Libnan û Îsraîlê de hewildanan dike

 

Li aliyekî din jî Fransa ji bo agirbestek di navbera Libnan û Îsraîlê de were ragihandin hewildanan dike.

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noël Barroux duh ji Îsraîlê xwest ku "bi rayedarên Libnanî re diyalogê bike.

Barroux ku hefteya borî serdana Libnan û Îsraîlê kir, bang li artêşa Îsraîlê kir ku xwe ji bicihkirina herêmek li başûrê Libnanê dûr bixe.

Ev gotinên Barrow wek bersivek li ser daxuyaniya Îsraîlê ya ji bo avakirina herêmeke ewlehiyê ku heta Çemê Lîtanî, ango 30 kîlometre dûrî sînor dirêj dibe, hat.

Piştî ku şerê Îsraîl-Amerîka û Îranê dest pê kir, Hizbulaha Libnanê jî êrîşî Îsraîlê kir û Îsraîlê jî li hemberî vê yekê dest bi êrîşan kir.

Artêşa Îsraîlê ji 2´yê adarê ve bi êrîşên asmanî Libnanê bombebaran dike û niha êrîşeke bejahî jî heye.

 

Di êrîşên Îsraîlê de 1072 kes hatine kuştin nêzî 3000 birîndar bûne

 

Rayedarên Libnanê dibêjin ku di êrîşên Îsraîlê de heta niha herî kêm hezar û 72 kes hatine kuştin û 2 hazar û 966 kes jî birîndar bûne.

Ev aloziya niha, piştî destpêkirina êrîşeke hevbeş a Amerîka û Îsraîlê ya li ser Îranê derket holê.

Ji 28´ê Sibatê ve di encama wan êrîşan de zêdetirî hezar û 340 kes hatine kuştin.

Tehranê jî wekî bersiv bi dron û mûşekan êrişî Îsraîl, Urdin, Îraq û welatên Kendavê kir.

Îran dibêje ku ew di wan êrişan de "cihên leşkerî yên Amerîkayê" dikin hedef.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye