Şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de her ku diçe zêdetir dibe.
Ev şer bandorek mezin li Başûrê Kurdistan dike.
Duh li Hewlêrê û vê sibehê li başûr tevgereke zêde ya balafirên şer hebû.
Çavkaniyên ewlehiyê yên Başûrê Kurdistan ragihand ku ew mûşek û dronên ku ji Îranê û xeta sînorî ber bi Hewlêrê ve hatibûn avêtin, ji aliyê balafirên Koalîsyona bi pêşengiya Amerîkayê ve li asman hatin têkbirin.
Vê yekê di nav xelkê de tirs û dilgiranî çêkir.
Lê belê rayedarên ewlehiyê eşkere kirin ku ew firîn ji bo parastina asmanê Başûrê Kurdistanê bûne.
Çavkaniyeke ewlehiyê got ku di saetên şevê de ji Îranê û xeta sînor a bakur (Hacî Omeran) zêdetirî 4 mûşek û 5 dron ber bi Hewlêrê ve hatine avêtin.
Çavkaniyê li ser hûrgiliyên êrîşê agahî dan û got:
"Dron ji bo ku bala sîstema parastina asmanî ya 'C-RAM'ê ya li Hewlêrê mijûl bikin hatibûn şandin.
Lê belê beriya ku bigêjin armancên xwe ji aliyê balafirên şer ên Amerîkayê ve li asman hatin têkşikandin."
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw: Pêwîstî bi tirsê nîne
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw jî li ser mijarê daxuyaniyek da û wiha got:
"Ne pêwîst e tu kes bitirse yan jî dilgiran bibe.
Ew dengên ku li asmanê Hewlêrê tên bihîstin, yên balafirên Koalîsyonê ne ku ewlehiya bajêr û asmanê wê diparêzin."
Paşmayên mûşekan li Balafirgeha Hewlêrê û Soranê ketin xwarê
Li gorî agahiyên ku rayedarên başûr dane, piştî midaxeleya balafirên Koalîsyonê mûşek hatine têkbirin.
Paşmayên mûşekekê li başûrê Soranê kete xwarê
Paşmayên mûşekeke din jî li nav sînorê Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê kete xwarê.
Sibeha sêşemê jî baregehên Pêşmergeyan ên li navçeya Soranê ya Hewlêrê ji aliyê Îranê ve bi 6 mûşekên balîstîk hatibûn bombebarankirin.
Di wê êrîşê de 6 Pêşmerge şehîd bûn û 30 Pêşmerge jî birîndar bûn.
Hat zanîn ku tevgera balafiran a îro li xeteke berfireh a ji Hacî Omeranê heta bi Kerkûkê belav bûye.
Sedema vê yekê ew e ku radaran tevgereke gumanbar tespît kiriye û li ser vê yekê balafirên şer derbasî rewşa "amadebaşiyê" bûne.
Li gundewarê Hewlêrê dronek ket ser avahiyekê
Li aliyekî din jî vê sibehê li ser rêya Hewlêr-Behirkeyê li sîteya bi navê "Gundê Libnanî" dronek ket ser avahiyekê.
Bi ketina dronê re elektrîka avahiyê qut dibe.
Hat ragihandin ku di bûyerê de tu zererên canî çênebûne.