Bi dronana êrîşî Silêmaniyê û Koyê hate kirin

Saziya Asayîşa Herêma Kurdistanê, ragihand ku bi dronan êrîşî Silêmaniyê û Koyê hatiye kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê dewam dikin, duh bi şev careke din Koye û Silêmaniyê bûn hedefa dronan. 

Saziya Asayîşa Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku duh bi şev di saet 22:00’an de, bi dronekê êrîşî gundê Zirgiwêzeleyê yê bi ser Silêmaniyê ve, hatiye kirin.

Li gorî heman daxuyaniyê piştre careke din êrîşî heman gundî hatiye kirin.

Her wiha hate gotin ku di saetên 21:15 û 21:23’an de jî bi 3 dronan êrîşî kampeke li bajarê Koyê, hate kirin.

Li gorî daxuyaniyê di encama êrîşan de tenê ziyanên madî çêbûne.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye