Hêzên Şêxmeqsûd-Eşrefiyê têkildarî binpêkirinên hêzên hikumetê daxuyanî dan

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Helebê bi daxuyaniyekê diyar kir ku hêzên hikumeta veguhêz binpêkirineke nû pêk anî û xaleke leşkerî ya nû li derdora Şêxmeqsûdê ava kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Helebê derbarê binpêkirinên hikumeta veguhêz de, li derdora taxa Şêxmeqsûdê daxuyaniyek da.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyand ku hêzên wan duh berêvarê binpêkirineke nû ya peymana agirbestê li derdora Çarxerêya Cendûl-herêma Me’amil (kargehan) ji hêla hêzên hikumeta veguhêz ve şopandiye.

Her wiha van hêzan nuqteyeke leşkerî ya nû li hundirê goristana Ermenan a bi ser herêma Cebanat a li derdora beşa rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê ve ye, ava kiriye.

Di daxuyaniyê de ev yek wek provakasyonek hat nirxandin û wiha hat gotin: "Binpêkirina cihên giştî û pîroz e û rageşiyeke xeternak e ku hewlên aramiyê asteng dike."

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Helebê, kiryarên hêzên hikumeta veguhêz li dijî aramî, ewlehiyê û kişandina herêmê ber bi rageşiyeke nû ve bi nav dike.

 

Hêzên hikumetê li ser benda kontrolê li 2 ciwanan dan

 

Çavkaniyên xwecihî diyar kirin ku hêzên hikumeta veguhêz duh sibehê 2 ciwanên Kurd li ser bendeke nû ya ku li kêleka benda hevbeş a li herêma Ewarid a başûrê taxa Şêxmeqsûdê hatiye danîn, revandin. Hat ragihandin ku piştî demekê her du ciwan hatine berdan.

 

Tevî sozên hatine dayîn ji ber sembolên Kurdî mirov tên girtin

 

Li gorî îfadeya yek ji wan ciwanan, endamên li ser benda kontrolê bi hinceta wêne û sembolên Kurdî di telefonên wan de hatine dîtin, ew revandine.

Her du ciwanan got piştî berdana wan û dema hewldidan derbas bibin endamên li ser benda kontrolê bi quntaxa çekê, şeqem û pehînan li wan dane û gefên kuştinê li wan xwarine.

Li ser bendên nû hatine danîn telefonên kesên derbasî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dibin tên kontrolkirin. Bi wê yekê bêyî tu bihaneyên yasayî astengiyê li şêniyan dikin, azadiya tevgerînê bin pê dikin.

Hêzên hikumeta veguhêz 3 rêyên ber bi taxên Şêxemqsûd û Eşrefiyê ve li pêş şênî û erebeyan vekiribûn, lê rêyên din hîna girtîne û ambargo didome.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24