Daxuyanî ji aliyê Endama Meclisa Jinan a Kamp Serêkaniyê, Senaa Ehmed Hisên ve, hat xwendin.
Şêniyan ev hewldan şermezar kirin
Di daxuyaniyê de, hat diyarkirin ku erdên koçberan bi zorê tên kirîn, ev yek jî, kiryareke neqanûnî ye û armanca wê guhertina demografî û dîroka gelên resen wekî Kurd, Suryan, Asûrî û Ereb e.
Koçberan bang li saziyên navneteweyî kirin û daxwaz kirin ku berpirsiyariyên xwe yên yasayî û mirovî bi cih bînin, dagirkeriyê bidawî bikin û koçberan bi aweyekî ewle vegerînin cih û warê wan.
Di dawiyê de, koçberan dirûşmeyên “Na ji tundî û zilmê re, na ji firotina milkên xelkê Serêkaniyê re, na ji bicihkirina çeteyan li Serêkaniyê re” bilind kirin.