Sê girtiyên Kurd ku dezgeha Komara Îslamî ya Îranê cezayê darvekirinê bi tohmeta sixurtiya ji Îsraîlê re kirine li wan birî bû. Îro ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin.
Piştî destpêkirina şerê Îsraîl û Îranê yê rasterat komara Îslamî ya Îranî bi hinceta parestina hikumeta xwe zextên li ser Kurdan zêdetir kiriye.
Îro sê girtiyên Kurd Îdrîs Alî û Azad Şucaî yên xelkê bajarê Serdeştê û Resûl Ehmed Mihemed yê xelkê bajarê Silêmaniyê a Başûrê Kurdistanê ye, li Girtîgeha Urmiyê ya Navendî hatine darvekirin.
Li gorî HENGAW'ê ev her sê girtiyên kurd di Tîrmeha sala 2023`an de ji aliyê îdareya Îtlaatê ve hatibûn girtin û di paîza sala borî bi darvekirinê hatin cezakirin. Lê piştî êrîşa leşkerî ya Îsraîlê ji aliyê dezgeha dadwerî ve hate ragihand.
Perwîn El Eyo