Piştî sê rojan ji bêdengiyê, artêşa Tirkiye careke din bi 76 topan êrîşî gundewarên Herêma Başûrê Kurdistanê kir.
Endamê Komîteya Ewropî ya CPT Kameran Osman duh (24’ê Hezîrana 2025’an) dîmenek li ser malpera xwe ya media civakî belav kir û tê de encamên topbaranê eşkere kir.
Di dîmenê belavkirî de tekez dike ku Tirkiye; nêzî 76 caran gundê Amêdiyê yê Başûrê Kurdistanê topbaran kir. Kameran Osman dibêje ku top li nav malên gundiyan ketine.
Weke ku di dîmenê wî de jî tê xuyakirin mizgeftek hatiye wêrankirin, di encama şewatê de dumaneke bilind ji daristanan radibe jor.
Osman di 20’ê Hezîranê de jî ragihandibû ku Tirkiye zêdetirî 100 êrîş li ser Amêdiyê û gundewarên Duhokê yên Herêma Kurdistanê, pêk anîne.
Li gorî amarên ku Hêzên Parastina Gel HPG’ê belav kirine; Hejmara giştî ya êrîşan di navbera 1’ê Adarê û 20’ê Hezîranê de gihîştiye 18 hezar 180’an. HPG dide zanîn ku piraniya êrîşan hewayî, bejahî û êrîşên bi çekên qedexekirî ne.
Ebîr Muhemed