Yek ji xalên sereke yên peymana 29`ê çileyê ya di navbera Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk de serberstberdana dîlgiritiyan ne.
Li seranserî Herêma Cizîrê malbatên dîlgirityan rojane li kolanan daxwaza zarokên xwe yên di girtîgehên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de dikin.
Îro jî malbatên dîlgirtiyan û şêniyên Til Temirê, li ser rêya navneteweyî ya M4 xwepêşandanek li dar xistin.
Xwepêşandêran, teker şewitandin û rêya M4 li trafîkê girtin.
Xwepêşandêran, diyar kirin ku heta daxwazên wan werin pêkanîn û hemû dîlgirtî werin berdan ew ê çalakiyên xwe berdewam bikin.
Ji bo berdana 300 dîlgirityan amadekarî tên kirin
Ajansa Nûçeyan a Hewarê, ragihand ku roja pêncşemê an jî înê, wê nêzî 300 dîlgirtiyên QSD`ê yên ku di destê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de ne, werin berdan.
Li gorî heman ajansê tê texmînkirin ku hejmara dîlgirtiyên ku di destê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de mane, di navbera 500 û 600 kesan de ne.
Di 3 hefteyên dawîn de pêvajoya serbestberdana dîlgirtiyan hatibû rawestandin, bêyî ku ti daxuyaniyeke fermî der barê sedemên rawestandinê de werin dayîn.
Ji 11`ê nîsanê ve ti pevguhertina girtiyan pêknehtiye, her çend hefteya borî hatibû plankirin ku komeke nû were berdan, lê pêk nehat.