Artêşa Îraqê dixwaze Kurdan bi darê zorê ji malên wan derxînin

Artêşa Îraqê, îro danê sibehê li Kerkûkê bi ser malbateke Kurd a li Taxa Newrozê de girt. Hat gotin ku êşkence li hin welatiyan kirine û gefa dagirkirina xaniyên Kurdan kirine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Zextên artêşa Îraqê yên li ser şêniyên taxa Newroz a Kerkûkê ku Kurd in, berdewam e.

 

Ji duh êvarî ve hêzên Îraqê dor li taxa Newroz girtine, bi armanca valakirina taxê, zextên tund li ser xelkê taxê dikin.

 

Artêşa Îraqê, îro danê sibehê li Kerkûkê bi ser malbateke Kurd a li Taxa Newrozê de girt.

 

Li gorî agahiyên ku hatin belavkirin, artêşa Îraqê êşkence li hin welatiyan kirine û gefa dagirkirina xaniyên Kurdan kirine.

 

Artêş, dixwaze bi darê zorê runiştvanên taxê ji malên wan derxe û dest deyne ser malên wan.

 

Li gorî agahiyan, leşkeran ji xelkê taxê re gotine ku ger ji malên xwe derkevin, wê dest bi ser malên wan de bigrin.

 

Hat zanîn ku heta niha jî leşker di nava taxê de mane û hêzên xwe yên li nav taxê zêdetir dikin û rêya hatin û çûna welatiyan digrin.

 

Artêşa Îraqê, wan xaniyên Taxa Newrozê wekî milkê xwe dibîne.

 

Pirsgirêka di navbera xwediyên wan xaniyan û artêşê de li dadgehê ye û hîn encam nedaye.

 

Hêjayî gotinê ye ku piştî rûxîna rejîma BAAS`ê, welatiyên Kurd xanî û zeviyên taxa Newroz kirîne û ev 23 sal in li wê taxê dijîn.

 

Lê ev du sal in, artêşa Îraqê hewl dide ku taxê dagir bike.

 

Beriya niha jî xelkê taxê gelek caran çalakiyên cûda li dar xistine û diyar kirine ku ew ji malên xwe ti car dernakevin.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye