Kurdên bê nasname ne, dikarin nasnameyan derxin

Wezareta Karê Navxwe ya Sûriyê bi biryara 133`an ragihand ku ev biryar berdewamiya bicihanîna biryaranameya 13`an e. Wezaretê diyar kir Kurdên ku di serjimêriya 1962'yan û piştî wê de ji welatîbûnê hatine derxistin an jî qet nehatine tomarkirin (Mektum), nasnameyên wan dikare werin derxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezareta karê navxwe ya Sûriyê biryara 133`an ragihand.

Ev biryar berdewamiya bicihanîna xalên biryarnameya 13`an a ku ji aliyê Serokê hikûmeta Veguhêz Ehmed Şera ve derket bû.

Li gorî xala 4`an Kurdên ku di serjimêriya 1962'yan û piştî wê de ji welatîbûnê hatine derxistin an jî qet nehatine tomarkirin (Mektum), nasnameyên wan dikare werin derxistin.

Wezareta Karê Navxwe ya Sûriyê prosedurên yasayî yên pêwîst ji bo bidestxistina nasnameyan eşkere kir.

Wezaretê ragihand ku di vê çarçoveyê de li Şam, Heleb, Reqa û Dêrezorê û her wiha li Hesekê navendên taybet ên serlêdanê hatine avakirin.

 

Komîte dê herî dereng di nav 20 rojan de biryarê bide

 

Wezareta Karên Navxwe tekez kir ku ev pêvajo dê di çarçoveya prensîbên "şefafiyeta yasayî, parastina mafên welatîbûnê û wekheviyê" de were birêvebirin.

Li gorî prosedura diyarkirî, kesên ku dixwazin welatîbûnê bistînin dikarin serlêdana navendên pêwendîdar bikin.

Ji serlêderan dê "belgeya nasandinê" (belgeya agahdarkirina nasnameyê) û belgeya îqameyê wer xwestin.

Ji bo dabînkirina şefafiyet û yasayîbûna proseyê, li her navendekê komîteyên taybet hatin avakirin ku dadwerek serokatiya wan dike.

Tê pêşbînîkirin ku ev komîte piştî wergirtina serlêdanan herî dereng di nava 20 rojan de biryarê bide.

Dema serlêdanê wekî 30 roj hat diyarkirin û rayedaran da zanîn ku ev dem li gorî pêdiviyê dikare were dirêjkirin.

Ji bo welatiyên ku dixwazin îtiraza biryarên komîteyê bikin, 15 roj dema yasayî hat dayîn.

Karûbar dê ji aliyê komîteyeke navendî ve werin kontrolkirin ku Alîkarê Wezîrê Karên Navxwe serokatiya wê dike û lîsteyên dawî dê ji bo pesendkirinê pêşkêşî Wezaretê werin kirin

Wezareta Karên navxwe ya Sûriyê  armanc dike ku bi vê mekanîzmayê proseya biryarnameyê bi awayekî bilez û adil were temamkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye