Ji 576 gundên Agiriyê navên 379’an hatine guherandin

Ji destpêka salên komarê heta niha polîtîkayên bişaftinê herî zêde li dijî zimanê Kurdî hatin meşandin. Di çarçoveya polîtîkayên bişaftinê de li Agiriyê ji 576 gundan navên 379’an hatine guherandin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Girêkorka pirsgirêka Kurd bi hişmendiya înkar û bişaftinê destpê dike.

Polîtîkayên bişaftin û asîmîlasyonê li ser erdnîgariya Kurdistanê bi îlankirina komarê re bi awayekî tund hatiye ferzikirin û ev hişmendî heta niha jî  dewam dike.

Di çarçoveya polîtîkayên yekperestiyê de ku weke  “yek dewlet, yek al, yek milet” şênber bûye, navên  cih û warên qedîm ên Kurdistanê hatine guherandin.

Di salên 1920’î de navên çend cihan hatin guherandin, lê ji sala 1940’ê ve bi giştînameya Wezareta Karên Hundir re êdî guherandina navên herêman bi awayekî fermî hate kirin.

Ji vê salê ve gelek cihên navên wan ên bi Kurdî, Ermenkî û Rumî hatin guherandin û navên bi Tirkî li wan kirin. Di sala 1957’an de “Lijneya Îhtîsasê ya Guherandina Nav” hate avakirin. Vê lijneyê, di sala 1978’an de navên nêzî 28 hezar bajar, navçe û gundan guherand.

Wezareta Karên Hundir di sala 1928’an de pirtûkeke bi navê “Navên Gundên Me” hatibû weşandin. Heman berhem di sala 1933, 1968 û 1981’ê de jî bi navê “Gundên me” derket û guherînên ji destpêka damezirandina komarê û heta niha raxist berçavan.

 

Ji sedî 66’ê navan hatine guherandin

 

Yek ji bajarên ku ev polîtîkaye bi awayekî sîstematîk lê tê domandin jî Agirî ye.

Di çavkaniyên Wezareta Karên Hundir de tê destnîşankirin ku 576 gund hene û ji van navên 379’an hatine guherandin.

Ji sedî 66’ê navên gundên bajar hatine guherandin. Tevî, gund û bajaran, navçeyên bajar jî para xwe ji polîtîkaya bişaftinê girt.

Yek ji navçeya ku navê wê hatiye guhertin jî  Zêtkanê ye. Navê navçeya Zêtkanê di sala 1925’an de weke “Eleşkîrt” hate guherandin. Ji 55 gundên girêdayî navçeyê navên 46’an di salên 1928, 1968 û 1981’ê de hatine guherandin.

 

Navê gundê Kurd Elî weke ‘Turkelî’ guherandine

Yek ji van mînakan jî gundê Kurd Elî ye. Ev gund, 17 km’an dûrî navçeya Zêtkanê ye û di sala 1968’an de navê wê weke Dîkendere hate guherandin.

Di sala 1981’ê de jî navê wê weke Turkelî hate guherandin. Tevahiya nifûsa vî gundî Kurd e. Navên gundên Arapkomu û Çerkesê jî di salên ewil ên komarê de hate guherandin. Li Arapkomuyê navê Oztoprak û li Çerkesê jî navê Kayayolu lê hate kirin.

 

Fetullah Bayram (49) ku li gundê Kurd Elî dijî, diyar kir ku bi lêkirina navê Turkelî re heqaret li wan hatiye kirin. Bayram, da zanîn ku gund navê xwe ji Kurd Elî digire, her kes bi vî navî dizane û dixwazin dîsa navê Kurd Elî lê were kirin.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye