Di civîna asayî ya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK)`ê de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku ji pêvajoya niha bêhtir hevrêzî û yekîtîya netewî pêwîst e.
Ji ber ku guhertinên siyasî yên li herêmê dikarin bandoreke rasterast li ser doza Kurd û pêşeroja Kurdistanê bikin.
Her wiha di civînê de li ser rola KNK’ê û çawaniya çêkirina bernameyeke nû ya siyasî û netewî li gorî van guhertin û geşedanan hat nîqaşkirin.
Di dawiya civînê de, hat gotin ku KNK`ê dikare roleke girîng di nêzîkirina hêz û partiyên Kurdî û xurtkirina dîplomasiya netewî ya Kurd de bileyîze.