Li Şehbayê du bira hatin revandin

Duh li herêma Şehbayê yê gundê Neyrebiyê du birayên hev ji aliyê çekdarên giredayî dewleta Tirk ve hatin revandin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Çavdêriya Mafên Mirovan ya li bajarê Efrînê ragihand ku her du birayên hev yê ku bi navê Xalid Ehmed Welo yê 45 salî û Ziyad Ehmed Welo yê 39 salî, ji gundê El-Neyrabiyê yê herêma Şehba ya gundewarê bakurê Helebê ne. 

Rêxistinê diyar kir ku çarenûsa her dû birayan hîn ne diyar e.

Çekdarên ku ji aliyê Tirkiyê ve tên piştgirîkirin bi van kirinên xwe re li herêmê gel dixwazin koçber bikin û dest deynin li ser mal û milkên gelê Efrînê.

Rexmî lihevkirinan jî heya niha di derbarê van kirinan de, ti hewldanên sekinandinê û hesab pirsînê ji aliyê hikûmeta vegûhêz ve nehatiye kirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye