Îro salvegera 35'emîn a Raperîna gelê Başûrê Kurdistanê ye.
Derberê mijarê de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got ku "Herêma Kurdistanê dê wekî her tim bibe faktora aştî û aramiyê" û wiha domand:
"Parastina destkeftiyên me yên destûrî, tenê bi yekrêzî, lihevhatin û berpirsiyariya hevpar a neteweyî ya hemû hêz û aliyên siyasî û pêkhateyên Kurdistanê dibe."
Nêçîrvan Barzanî bi vê boneyê pîrozbahiyên xwe pêşkêşî malbatên şehîdan û Pêşmergeyan kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku Serhildan xaleke veguherînê ya dîrokî bû: "Serhildan bersiveke çareserker a gelê Kurdistanê bû. Ew pêngaveke li dijî zilm û zordariyê bû ber bi azadî û serkeftinê ve."
Mesûd Barzanî: Em hêvî dikin hemû pirsgirêk bi rêyên aştiyane çareser bibin
Têkildarî heman mijarê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistan PDK Mesûd Barzanî jî peyamek belav kir .
Mesûd Barzanî di peyama xwe de diyar kir ku Raperîn peyama azadîxwazî û îradeya jiyana bi serbilindî ye û got:
"Raperîn berhem û berdewamiya xebat û qurbanîdana dehsalan a xelk û hêzên têkoşer ên Kurdistanê ye."
Mesûd Barzanî bal kişand li ser rewşa Başûrê Kurdistanê ku di rewşeke hesas de derbas dibe û got:
"Em hêvî dikin ku çi pirsgirêk û nakokiyên li herêmê hene bi rêyên aştiyane çareser bibin.
Em dê çi ji destê me bê bikin da ku Kurdistan ji şer, karesat û nexweşiyan dûr be û parastî bimîne."
Mesrûr Barzanî: Parastina destkeftiyên niştimanî erka hemû Kurdistaniyan e
Her wiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî peyamek belav kir û salvegera 35'emîn a Raperînê li hemû Kurdistaniyan pîroz kir.
Mesrûr Barzanî Raperîn wekî yek ji "destkeftiyên herî bi rûmet" ên gelê Kurdistanê pênase kir û destnîşan kir ku ev serhildan berhema yekîtî û yekrêziya hemû pêkhateyên cihêreng ên Kurdistanê bû.
Herî dawî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tekez kir ku parastina destkeftiyên niştimanî erka hemû Kurdistaniyan e.