Federasyona Cîhana Kurdî ‘Şanoya Neteweyî ya Kurdî’ ragihand

Federasyona Cîhana Kurdî ragihand ku Şanoya Neteweyî ya Kurdî wê bibe neynika nasnameya Kurdî ya hemdem û wê hewl bide ku bibe zimanê civakê, gelê Kurd û bibe amûrek ji bo avakirina kesayetiyeke erênî ya Kurdî.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di demekê de, ku daxwaza yekîtiya neteweyî ya partiyên siyasî tê kirin, Kurd sazûmaniyên xwe yên hevpar ên neteweyî ava dikin.

 

Federasyona Cîhana Kurdî bi boneya 27’ê Adarê, Roja Şanoyê ya Cîhanî, Şanoya Neteweyî ya Kurdî ragihand.

 

Di daxuyaniyê de hat gotin ku, Şanoya Neteweyî ya Kurdî ku girêdayî Federasyona Cîhana Kurd e, bi baweriya ku ew ê bibe yek ji kanalên çandî û şaristanî yên Kurdî hatiye damezrandin, ji ber ku şano yek ji bingehên şaristaniya neteweya ne.

 

Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Şanoya Neteweyî ya Kurdî wê bibe neynikeke ji nasnameya Kurdî ya hemdem û platformeke ji bo ronakbîrî û humanîzmê.

 

Ji vê perspektîfê ve, ew hewl dide ku bibe zimanê civakê, gelê Kurd û bibe amûrek ji bo avakirina kesayetiyeke erênî ya Kurdî.

 

Şanoya Neteweyî ya Kurdî hewl dide ku bi rêya hunermendên jêhatî û teknîkên nû bigihêje vê armancê, erka xwe dibîne ku hunereke bilind pêşkêş bike ku tevliheviyek ji peyameke rastîn, estetikeke hêja û nûjeniyê be.”

 

Di dawiyê de wiha hat gotin:

 

“Şanoya Neteweyî ya Kurdî wê bibe platformek ji bo teşwîqkirina ramana rexnegir, bilindkirina hişmendiya neteweyî, mirovî, temaşevanan û pêşkêşkirina pirsgirêkên mirovî, bi taybetî ya civaka Kurdî.

 

Ji bo vê armancê, ew bala xwe dide nivîsên hem Kurdî û hem jî yên biyanî, bi awayekî ku di asta pirs û fikarên gelê Kurd de ye.”

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye