Hevseroka Nivîsgeha Ragihandinê û endama Desteya Serokatiya MSD’ê Şêra Osê der barê forumê de ji ajansa ANHA re ragihand ku MSD’ê ji nû ve dest bi xebatên lidarxistina foruma şêwirî ya der barê rêgezên destûrî de kir.
Şêra Osê eşkere kir ku armanca sereke ji forumê ew e ku rêgezên destûreke giştî saz bike ku bikeve xizmeta çareseriya siyasî û dewleta Sûriya demokratîk, pirreng û nenavnedî ava bike.
Di forumê de dê rêgezên destûrî werin nîqaşkirin û reşnivîsek were pêşkêşkirin û di reşnivîsê de bendên ku di destûra hikumeta veguhêz de nîn in, werin zêdekirin.
Şêra Osê diyar kir ku tevger û partiyên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb, nûnerên sendîka û rêxistinên xwecih, kesayetên ji deverên din ên Sûriyê û nûnerên pêkhateyên din beşdarî forumê bibin.
Hatibû pilankirin ku doruma 25`ê tebaxa borî hatiba lidarixsitn lê Navenda Ragihandên ya MSD`ê di 23yê heman mehê de ragihand ku foruma hat taloqkirin.
Taloqkirina forumê di civîna li Reqayê ya Desteya Serokatiyê ya MSD’ê pêk hat.
MSD’ê eşkere kiribû ku armanca wê ya talqokirinê ew e ku mercên guncawtir ji bo serxistina diyaloga nîştimanî werin avakirin ku xizmeta çareseriya siyasî û avakirina Sûriyeke demokratîk, pirreng û nenavendî bike.