Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan di vekirina merasîma baxçê gel ya li Balafirgeha Ataturk de axifî.
Erdogan li vir di derbarê pêvajoya çareserî de jî nêrîna xwe anî ziman.
Erdogan di çarçoveya pêvajoya çareserî û hevdîtina xwe ya li gel Heyeta Îmralî ya DEM Partî de ev gotin:
“Gavên ku ji bo bigihije armancê em girîngî didinê. Komîsyona ku li Parlementoyê hatiye avakirin xebatên wî didome.
Roja pençşemê Wezîrên me komîsyon agahdar kirin. Me jî Heyeta DEM Partî qebûl kir.
Di nava salekê de me pêşketinên girîng bi dest xist. Me hesasiyeta hemû beşên civakê li ber çavan girt. Bêyî ku qezayek çê bibe me pêvajo anî vê rojê.
Roja pêncşemê wezîrên me agahî dan komîsyonê, me jî şandeya DEM Partî pêşwazî kir. Me hevdîtineke berhemdar û derbarê pêşerojê de bi hêvî pêk anî. Emê encamên vê hevdîtinê di rojên pêş de bibînin. Em ê bi nêzîkatiyeke hesas xebatên xwe bidomînin.”