Lubnan: Ger destwerdana Îranê berdewam bike dê gazî balyozê wê bikin

Wezîrê Çandiniyê yê Lubnanê Nîzar Hanî rayedarên Îranê şiyar kir û got: "Ger destwerdana Îrana ji bo bêçekkirina Hizbullahê berdewam bike, gazîkirina balyozê Îranê mimkun e.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî ku Sekreterê Encumena Parêzvanên Îranê Ehmed Cennetî, bêçekkirina Hizbullahê wekî "xewnek xeyalî" bi nav kir, Hanî ev hişyarî da.

Li gorî ajansa nûçeyan ya Îranê ISNA, di destpêka civîna encûmenê ya duh de Cennetî gotiye ku pêşniyarên ku derbarê bêçekkirina Hizbullaha Lubnanî de tenê xewnên xeyalî ne.

Hefteya borî jî, hikûmeta Lubnanê bendek pejirand ku çek di destê dewletê de be û ji bo radestkirina çekên Hizbullahê artêşek erkdar kir.

Plana ku hikûmeta Lubnanê pejirandiye wê di dawiya vê mehê de, were pêşkêşkirin û heta dawiya sala 2025'an were bicîhanîn.

Hizbullah vê biryarê red dike û dibêje ku ew ê çekên xwe radestî hikûmetê nekin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24