Serokkomar Recep Tayyip Erdogan li New Yorkê ku beşdarî 81`emîn Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bû, bi rojnamevanan re civiya.
Der barê pêvajoya berdewam de, Erdogan diyar kir ku pêvajo di bin kontrola yekîneyên wan de yên pywendîdar de pêş ve diçe.
"Ji bo ku Qanûna Çarçoveyî were pêkanîn, divê rêxistin çekên xwe deyne û pêvajoya tasfiyeyê biqede.
Çawa ev yek dê were destnîşankirin û piştrast kirin jî eşkere ye.
Pêvajo di bin kontrola yekîneyên me yên peywendîdar de gav bi gav pêşve diçe.
Parlamentoya me jî dê di çarçoveya ku di qanûnê de hatî destnîşankirin de beşdarî pêvajoyê bibe.
Bê guman, yên ku hewl didin vê yekê asteng bikin hene."
Serokkomar Erdogan destnîşan kir ku ew di vê mijarê de bi biryar in û ti pirsgirêk ji wan re ne teyisîye.
"Wekî Îtîfaqa Cûmhûr, wekî dewlet, em di vê mijarê de bi biryar in.
Bi kurtasî, ti pirsgirêkek tune ku ji me re hatibe nîşandan.
Pêvajo pêşve diçe û bi îzna xwedê, em ê di demeke ne pir dûr de bigihîjin encamekê."
Erdogan der barê krîza fonan de got: ji bo aboriya tirkiyê xetere tune
Serokkomar Recep Tayyip Erdogan der barê krîza fonan de jî got: "Ev pirsgirêkeke ku di qadeke sînorkirî ya bazarên sermayeyê de, di hejmarek diyarkirî ya fonan de derketiye holê.
Ne ji bo pergala me ya darayî û ne jî ji bo aboriya Tirkiyê xetere tune."