Yekemîn jina bijîşk a Kurd û pêşenga cîhana zanistê: Sebat Îslambolî

Jina Kurd û pêşenga cîhana zanistê Dr. Sebat Îslambolî di sala 1890’î de li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bawernameya bijîşkiyê wergirt.

reset font size increase font size

Di serdemekê de ku li welatên cîhanê jin ji mafên xwe yên herî bingehîn bêpar dihatin hiştin, jineke Kurd a bi navê Dr. Sebat Îslambolî di sala 1890’î de li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bawernameya bijîşkiyê wergirt.

Wê karî sînorên erdnîgarî û civakî derbas bike û navekî giranbiha di dîroka bijîşkiya cîhanê de ji bo xwe tomar bike.

Ji Şamê ber bi cîhana zanistê ve

Dr. Sebat di sala 1867’an de li bajarê Şamê yê Sûriyê ku wê demê di bin desthilatdariya Împaratoriya Osmanî de bû, ji dayik bû.

Ew ji malbatek Kurd a Cihû ya niştecihê Şamê bû.

Weke jineke dildara zanistê, wê karî sînorên kevneşopiyên civakî bişkîne û berê xwe bide rêya zehmet û tije asteng a zanistê.

Îrade û hewldana Sebatê ya ji bo bibe bijîşk, wiha kir ku ew bibe yekemîn jina bijîşk a li herêmê ku dikare bawernameyeke astbilind di warê bijîşkiyê de ji welatên Rojava wergire.

Xebata akademîk a jineke Kurd a Cihû

Sebatê di sala 1885’an de berê xwe da DYA’yê da ku li Koleja Bijîşkî ya Jinan a li Pennsylvania bixwîne.

Ev kolej, yekemîn koleja bijîşkî ya cîhanê tê hesibandin ku bawernameya bijîşkiyê pêşkêşî jinan dikir.

Li gorî agahiyên ku Rêveberê Arşîva Navenda Mîrata Zanîngeha Drexel, Matt Herbison diyar dike, belge, tomarên refan û belgeyên beşdariya Sebatê di arşîva zanîngehê de tên parastin.

Di nava van belgeyan de wêneyekî dîrokî jî heye ku Sebatê li gel du xwendekarên din di şahiyek derçûnê de nîşan dide.

Di sala 1890’î de xwendina xwe bi serkeftî qedand û bawernameya xwe girt.

Vegera li ser axa xwe û xebata bijîşkiyê

Sebat, piştî ku di sala 1890’î de xwendina xwe qedand, vegeriya Şamê da ku zanista xwe di xizmeta gelê xwe de bi kar bîne û dest bi karê bijîşkiyê bike.

Li gorî qeydên zanîngeha wê, Sebatê di sala 1919’an de berê xwe da bajarê Qahîre yê Misrê û bi dehan sal li wir pîşeya xwe ya bijîşkiyê domand.

Sebatê heya dawiya temenê xwe weke bijîşkeke dilsoz û bi bandor xizmet kiriye.

Semboleke nemir ji bo jinên Kurd û cîhanê

Dr. Sebat di sala 1941’ê de li bajarê Qahîre yê Misrê xatir ji jiyanê xwest.

Sebat yekemîn jinên bijîşk di dîroka Kurd û cîhanê de, weke sembola îradeyeke bi hêz, dildariya zanistê ya bêsînor û şikandina astengiyên dîrokî tê qebûlkirin. 

Wê rêyeke nû li pêşiya jinên herêmê ronî kir da ku bizanibin tu astengî nikarin bibin asteng li pêşiya gihandina lûtkeyên zanist û mirovahiyê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye