Di nava gelê kurd de jinan di gelek waran de pêşengtî kirine û di dîroka kurdistanê de navê xwe neqişandine.
Yek ji van jinan jî jina têkoşer a li Helebçeyê Adîle Xanim e.
Adîle Xanim li dijî dagirkeriyê di parastina Helebçeyê de bi roleke diyarker radibe.
Nêzî 20 salan serokatiya eşîra Caf kiriye ku li Başûrê Kurdistanê eşîra herî mezin e.
Her wiha hakima Şarezûrê bû. Di dîrokê de weke ‘şahbanûya bê tac’ tê binavkirin.
Adîle Xanim kî ye?
Gelek serçaveyên dîrokî eşkere dikin ku Adîle Xanim di sala 1859'an de li Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye.
Adîle Xanim di 18 salîya xwe de li gel Osman Paşa dizewice û li Helebçeyê bi cih dibe.
Dewleta Tirk ango Osmanî ji bo ku peywendiya êla Caf li gel Sefewiyan xurt nebe, hewldida ku vê zewacê rawestîne, lê hewldana wan vala derketin.
Bi xwe Adîle ne ji êla Cef bû, lê bi zîrekî û jêhatiya xwe karîbû roleke baş di nava Eşîra Caf de bigire.
Piştî ku Osman Paşa di sala 1889'an de dibe qeymeqamê Helebçeyê, Adîle Xanim bêhtir kar û xebatê dike.
Jina têkoşer bi fikr û zîrekbûna xwe karîbû roleke berbiçav di rêvebirina kar û barên deverê de bigre û bi nav û deng bibe.
Her wiha karîbû peywendiyeke baş li gel êlên din dayne.
Adîle Xanim piştî mirina hevserê wê, di warê siyasî, aborî û civakî de bû xwedî biryar û cihekî girîng girt.
Di wê serdemê de ji ber ku desthilatî di destê wê de bû. Ji aliyê Înglîzan ve jêre şahbanûya bê tac a Şarezûrê dihat gotin.
Li rex vê, hemû karûbarên Eşîra Caf jî li ser milê Adîle Xanimê dimîne.
Dibe rêvebera eşîra Caf. Nav û dengê wê li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê belav dibe.
‘Adîle Xanim jineke têgihiştî, fermandareke rast û rê nedida dagirkeriya Osmanî’
Dîroknasê Kurd Mihemed Emîn Beg eşkere dike ku Xanimê di warê şaristanî, avahîsazî, karên fermî û civakî de karekî baş û bi bandor kiriye.
Nivîskar û Zimanzanê Brîtanî Major Soane di sala 1909’an de serdana Helebçeyê kiribû û zêdetirî 6 mehan di mala Osman Paşa de mabû.
Major Soane di pirtûkeke xwe de wiha qala Adîle Xanimê dike û dibêje:
“Adîle Xanim jinek têgehiştî û xwedî kesayeteke bi hêz bû.
Helebçe ji gundekî veguherand navendeke siyasî û bazirganiyê.
Adîle Xanim bi ti awayî rê nedida desthilatdariya Osmaniyan ku avahî û baregehên xwe li Helebceyê çêke.
Li wê herêmê kes ji derveyî axaftina Adîle Xanimê dernediket.”
‘Weke jineke mezin a Kurd tevdigere’
Nûçegihanê Brîtanî Mîs Bîl di sala 1921’ê de serdana Helebçeyê dike û Adîle Xanim nas dike û wiha li ser dinivîsîne:
“Em weke Brîtanî nikarin hesabê ji bo Adîle Xanimê nekin an jî ji nedîtî ve bên. Weke jineke mezin a Kurdan tevdigere. ev jin pir balkêş û bi bandor e.”
Adîle Xanimê gelekî ji avakirin, pêşxisitina zanist û xwendinê hez dikir.
Ji bona vê Adîle Xanimê 3 koşk, Dadgeh, Girtîgeh, bazar û Mizgeftek ava kir û rola wê di birêvebirina şaredariyê de hebû û yekîtiya di navbera êlan de parast û pê planên Osmaniyan têk bir.
Adîle Xanim di 11’ê Nîsana 1924'an de koça dawî dike û îro 102 sal li ser koça dawî ya wê re derbas dibe.
Cenazeyê Adîle Xanim li Goristana Ebabelê ya li Helebçeyê tê veşartin.
Di sala 2014’an de li Baxê Giştî a Helebçeyê peykerê wê tê sazkirin.