Şehbaz Şerîf di peyameke televîzyonî de ji bo welatiyên welatê xwe diyar kir, şandeyên Îran û Amerîkayê ji bo danûstandinan digihên Îslamabadê, da aştiyeke mayînde were dabînkirin.
Serokwezîrê Pakistanê spasiya serkirdayetiya her du welatan kir ku li ser daxwaza wî, razîbûna xwe ji bo ragihandina agirbestê û destpêkirina gotûbêjan erê kirin.
Donald Trump alîkarê xwe erkdar kiriye da ku rêçareyeke ji bo bidawîkirina wî şerî peyda bike ku 6 hefteyan li gel Îranê berdewam kir.
Şandeya Amerîkî ji Cîgirê Trump JD Vance, Nûnerê Amerîka yê karûbarên Rojhilata Navîn Steve Witkoff, Şêwirmendê Amerîka Jared Kushner û Fermandarê CENTCOMê Brad Cooper pêk tê.
Ev gava Trump di demekê de ye ku berê gefa "jinavbirina hemû şaristaniya Îranê" xwaribû.