Artêşa Îsraîlê, ragihand ku avêtina vê mûşkê piştî çend demjimêran ji ragihandina çekdarên Hûsî yên ku ji hêla Îranê ve têne piştgirîkirin li Yemenê pêk hat.
Çekdarên Hûsî, gotin ku ew amade ne ku li dijî şerê Îsraîl û Amerîkayê ligel Îranê, di eniya berxwedanê de cih bigrin.
Tevlîbûna Hûsiyan di şer de, îhtîmala pevçûneke herêmî ya berfirehtir derdixe holê.
Dibe ku Hûsî li hedefên dûrî Yemenê bixin û rêyên keştîvaniyê yên deryayî li dora Nîvgirava Erebî û Deryaya Sor têk bibin.
Grûpên ku Îran piştgiriyê dide wan li Libnan û Îraqê, berê xwe dane şerê herêmî ku çar hefte berê ji ber êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Tehranê dest pê kiribûn.