Karbidestekî amerîkî ji Ajansa Nûçeyan a Reuters`ê re got ku 12 leşkerên amerîkî ku 2 ji wan di xeterê de ne, di êrîşeke leşkerî ya Îranê ya li ser baregeha hewayî ya Prens Sultan li Erebistana Siûdiyê birîndar bûne.
Ji destpêka şer di 28`ê Sibatê de û heya niha zêdetirî 300 leşkerên Amerîkayê birîndar bûne.
Her wiha roja înê, Artêşa Amerîkayê ragihand ku 273 ji leşkerên birîndar vegeriyane ser karê xwe û 13 leşkerên amerîkî jî di şer de hatine kuştin.