Şevê din li bajarê Siqêlbiyê yê Hemayê alozî derket.
Li gorî agahiyan, komeke çekdar derbas bajarê Siqêlbiyê yê gundewarên Hemayê ku piranî şêniyên wê Xiristiyan in, bûn.
Çekdaran êrîşî hejmareke keç û xortan kirin, pevçûn derket, çekdaran gefên avêtina bombeyan xwarin.
Piştî vê, komeke din a çekdaran ku ji gundên derdorê hatine, bi hinceta meşrûb qedexe ye ketin bajêr, gule berdan, hejmareke qehwexane û kafetiriyan hatin talankirin û êrîşî xwediyên wan hate kirin.
Ev sûc û binpêkirina hemû ji aliyên çekdarên Hêzên ewlehiyê yên Hikumeta Vegihêz ve tên kirin û rayedarên Sûriyê heta niha di derbarê van kesan de ti lêpirsîn nedane destpêkirin.
Xelkê Bab Tûmayê piştiriya xirîstiyanên Hemayê kirin
Hem wextî vê, li taxa Bab Tûma ya li Şamê ciwanên taxê li pêş Dêra Mariamite bi xwepêşandanekê piştigriya xelkê Siqêlbiyê kirin.
Xwepêşandêran ji Hikumeta Veguhêz a Sûriyê xwestin ku ji rewşa alozî û kaosa ewlehiyê, tedbîrên zelal bigre.
PCCWS'ê êrişa li Siqêlbiyê şermezar kir û banga lêpirsînê kir
Konseya Siyasî ya Rojava û Navîna Sûriyê (PCCWS) têkildarî êrişa şeva borî a li ser bajarê Siqêlbiyê daxuyaiyek da.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dubarebûna êrişên sîstematîk li gelek deveran nîşana projeya neqebûlkirina aliyên din e û gefan li ewlehiya nîştimanî dixwe.
Her wiha hate destnîşankirin ku mafê şêniyan heye herêmên xwe û milkên xwe biparêzin.
PCCWSbang li aliyên peywendîdar kirin ku têkildarî van binpêkirinan lêkolînê bidin destpêkirin û qanûnên navneteweyî yên cih bînin da ku Sûriyeke ji bo her kesî, li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev, rûmet û serweriya qanûnê ava bibe.
Şêniyên Hemayê: Em heta di malên xwe de jî xwe ewle hîs nakin
Li gundewarên rojhilatê Selemiyê yê nêzîkî Hemayê, bi taybet li gundên Jadoua û Tel Dura, bûyerên diziya çekdarî zêde dibin.
Hate ragihandin ku di 72 saetên borî de, li herêmê çend diziyên çekdarî li ser zevî, dikan û kargehên pîşesaziyê hatin kirin.
Hate gotin nirxê kel û pelên hatine dizîn bi sed milyonan lîreyên Sûriyê ye.
Şêniyan destnîşan kirin ku ev bûyer di mehên dawîn de li van gundan dubare bûne.
Li gorî şêniyan, di van bûyeran de zevî, ajal û mirîşk hatine dizîn.
Ev yek bûye sedema windahiyên darayî yên mezin ku bandor li gelek malbatan kiriye.
Her wiha gelek bûyerên şêlandina kesan jî pêk hatine.
Şêniyekî ku mexdûrî diziyê ye got ku ew êdî xwe ewle hîs nakin, heta di malên xwe de jî bi tirs in.
Şêniyên herêmê hişyarî dan ku berdewamiya xirabûna rewşa ewlehiyê dikare bibe sedema bandorên cidî yên aborî li herêmê û banga girtina tedbîrên lezgîn kir.