Yek ji serkirdeyên di nav Çarçoveya Hemahengî ya Iraqê de Fazil Fetlawî anî ziman ku dewleta Tirk, bi hinceta hebûna PKKê, êrîş û destwerdan dikir, lê niha PKK pêşengtiya pêvajoya aştiyê dike.
Her wiha divê hemû hêzên niştîmanî, daxwaza derxistina dewleta Tirk ji nav axa Iraqê bikin û divê Enqere êrîşan rawestîne.
Fetlawî got:"Me weke Çarçoveya Hemahengiyê xwest hêzên Tirk ji Iraqê derkevin û parlamento rola xwe bilîze."
Ji aliyê xwe ve jî, Îbrahîm Sakîn ku ew jî yek ji serkirdeyên Çarçoveya Hemahengiyê ye got ku bêdengiya hikumeta Iraqê ya li hemberî binpêkirinan metirsîdar e, divê hikumet zûtir helwestek cidî nîşan bide.