Amerîkayê li dijî bankên ku piştgiriyê didin Îranê tedbîr girtin

Berdevkê Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê Tommy Pigott duh di hevpeyvîneke xwe de ragihand ku Amerîka dê li dijî kompaniyên ku hevkariyê bi kompaniya Mahan Air a balafiran a Îranî re dikin tedbîrên tund bigire. Di heman çarçoveyê de, Malpera Middle East Eye diyar kir ku Tirkiye ji ber gefên sepandina cezayan firînên kompaniya Mahan li welêt rawestandin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di hevpeyvînekê de bi kanala El-Cezîre roja 18`ê îlonê, Berdevkê Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê ragihand ku wezaretê li dijî kompaniyên ku hevkariyê bi kompaniya Mahan Air a balafiran a Îranî re dikin li Îmarat û Tirkiyê tedbîrên tund dane destpêkirin. 

Berdevkê Wezareta Gencîneyê lê zêde kir ku Tirkiyê û Umanê jî firînên Mahan Air rawestandine.

Her wiha wî da zanîn ku van tedbîran encamên berbiçav bi dest xistine û rawestandina firînên Mahan Air li Tirkiye û Umanê di nav wan de bû.

Tirkiyê ji ber gefên cezakirinê firînên kompaniya Mahanê rawestandin

Têkildarî vê mijarê jî, Malpera Middle East Eye heman rojê ragihand ku Tirkiye firînên Mahan Air ji bo Tirkiyê rawestandiye.

Li gorî Malperê, Rayedarên Tirk gotin ku ev biryar piştî ku ceza li ser sê kompaniyên Tirkî hatiye sepandin ji ber ku xizmet didan kompaniya Mahan Air hatiye girtin.

Navên kompaniyên Tirkî yên ku hatine cezakirin ev in: S System, Mes Cargo û Sky Phoenix.

Malpera Middle East Eye ji rayedarên Tirk veguhest ku rawestandina firînên Mahan dê ji 21ê Îlonê û şûnde bikeve meriyetê.

Her wiha Malperê lê zêde kir ku ev biryar dê hemî firînên kompaniya Mahan ên di navbera Îran û Tirkiyê de bigire nav xwe.

Di dawiyê de, Malpera Middle East Eye diyar kir ku rayedarên Tirk dan zanîn ku ev biryar nayê wateya qedexekirina hemî firînên balafirên Îranî.

Lê niha Tirkiyê xetereya hevkariya bi kompaniyên din ên balafiran ên Îranî re dinirxîne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye