Serokê Misirê û Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê bi hev re civiyan

Serokê Misirê û wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê, ji bo pêşxistina têkiliyên di navbera her du welatan de, bi hev re civiyan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îro, li Misrê civînek di navbera Serokê Misirê Fatah Sîsî û wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan û bi amadebûna wezîrê Karên Derve yê Misirê Bedir Ebd El-atî, hat lidarxistin.

Berdevkê Fermî yê hikûmeta Misirê, Mihemed Şinawî ragihand ku Sîsî diyar kir ku piştî daxuyaniya hevbeş a di sibata 2024an de, divê têkiliyên du alî yên di navbera her du welatan de, bihêztir bibin.

Şinawî dastnîşan kir ku di civînê de, hat tekezkirin ku, divê têkiliyên aborî bêne xurtkirin, da ku bigihîje 15 milyar dolar û divê şîrketên Tirkiyê beşdarî projeyên veberhênanê yên Misirê bibin.

Di civînê de, pêşketinên dawî yên li Xeze, Lîbiya, Sûdan û Sûriyeyê jî hatin nîqaşkirin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24