Amed Spor bi Mbaye Diagne re li hev kiriye

Amed Spor ji bo xurtkirina refên klûba xwe, bi Mbaye Diagne re li hev kiriye ku tevlî Amed Spor bibe.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Duh, Klûba Amed Spor li ser hesabê xwe yê medyaya sanal, ragihand ku wê bi lîstikvanê Sînegalî Mbaye Diagne re li hev kiriye.

Amed Sporê diyar kir ku lîstikvan, wê roja duşemê li Stenbolê, di kontrola tendirustiyê re derbas bibe, roja sêşemê jî, wê were Amedê û bi merasîmekê îmze bike.

Mbaye Diagne di sala 1991 ji dayik bûye û bi gelek klûbên wek Juventus, Galatasaray, Qadîsiye, Niyom, Club Brugge û hwd re lîstibû.

Beriya demekê jî, Amed Sporê bi lîstikvanê Sîvas Sporê yê berê Dia Saba yê ku li ÎSraîlê dilîst îmze kiribû.

Amed Spor, di 1'emîn Lîga TFF'ê de dilîze û dixwaze klûba xwe bi hêztir bike da ku beşdarî Lîga Premier a Trendyol a Tirkiyê bibe.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24