Piştî serkeftina Tîma Fenerbahçeyê li hemberî Tîma Stutgartê, lîstikvanê Kurd Deniz Undav ji hêla lîstikvanê Tirk Îsmaîl Yûksek rastî êrîşekê hat.
Bûyer bi êrişa Îsmaîl yuksek destpê kir, pişt hakem û lîstikvanên her du tîman wan ji hev veqetandin.
Li hember êrîşa lîstikvanê Tirk gelek aliyan bertek nîşan dan û piştgiriya dan ji bo Denîz Undav.
Her wiha li ser torên medya dijîtal gelek kesan bêdengmayîna saziyên pewêndîdar rexne kirin.
Ciwanek Kurd li sakaryayê ji ber forma Amedsporê lêbû rastî êrişê hat
Hemwextê vê êrişê li Sakaryayê jî Mûrat Demîrkal ji ber ku formeya Amedsporê li wî bû ji aliyê du kesen Tirk ve rastî ereşê hat.
Her du kesên Tirk formeya li ser Demirkal bi zorê derxistin. Demirkal ji ber vê êrişkariya li ser xwe li emnîyetê her du kes şikayet kir.
Serokê Amedspor'ê Nahit Eren ji ber êrişa li ser Murat Demîrkal li ser hesabê xwe yê X'ê bi peyamekê nerazîbûn nîşan da.
Eren di payama xwe de wiha got: ''Bi salane em li welatê xwe rastî êrîşên wiha tên.
Em ê her tim hêviya welatekî ku her kes bi reng û nasnameya xwe azad bijî têkoşîn bikin.''
Serokê Amedspor'ê li hember êrişên nijadperest biryardariya xwe nîşan da û got: ''Em ê tu carî li hemberî êrîşên li ser nasname, çand û sembolên xwe bêdeng nemînin.
Min ji bo Murat daxwazên xwe yên başbûnê ragihand û em ê pêvajoya qanûnî ji nêz ve bişopînin."
Nahit Eren diyar kir wan ji bo Demirkal forme Amedsporê şandiye.