Real Sociedad di nîvfînala Kûpaya Qral ya Îspanyayê de li hember Atletîk Bilbao 1-0 bi ser ket .
Real Sociedad di maça duyemîn a nîvfînal Kûpaya Qral de li staduma xwe San Sebastian serketinek 1-0 li hember Athletic Bilbao bi dest xist.
Her wiha di fînalê de wê bi taximê Atletîko Madrîd re bilîze.
Maç bi kelecanek xurt dest pê kir lê nîvê yekem bê gol derbas bû.
Gole yekane a maçê û a taxmê Real Sociedad ji hêla lîstikvanê Spanî Mikel Oyarzabal ve di deqeya 87an de ji penaltî hat.
Real Sociedad di 11'yê sibatê de jî maça nîvfînala yekem a li hember Atletîk Bilbao bi heman skorê qezenc kiribû ku bi giştî encama her du maça bû 2-0 ji Real Sociedad re.
Real Sociedad dê di fînalê de, ku di 18ê Nîsanê de li Sevilleyê tê lidarxistin, bi Atletîko Madrîd re bilîze.
Atletico Madrîd Barcelona bi giştî encamê her du maça bi 4-3 têk bir û taximê Barcelona ji pêşbirkê derxist.
Ev cara 9`emîn e ku Real Sociedad digIhêje fînala Kûpaya Qral
Ev 9'emîn car e ku Real Sociedad digihêje fînala Kûpaya Qral ya Îsanya yê, pêşbirkek ku wan 3 caran bi dest xistiye, herî dawî di sala 2020'an de dema ku wan Athletic Bilbao bi 1-0 têk bir.
Di heman demê de, Athletic Bilbao, duyemîn klûba herî serketî ya pêşbirkê ye bi 24 sernavan, lê di vê salê de nekarî bû bighêje fînalê.
Her wiha taximê herî zêde sernava Kûpaya Qral bi dest xistiye taximê Barcelona ye bi 32 caran.