Tîma neteweyî ya Îtalyayê pêşveçûna xwe, di koma 9emîn a pêşbirkên Kûpaya Cîhanê ya 2026an deberdewam kir û Tîma Estonyayê 3-1 têk bir.
Di heman demê de, Spanyayê bi Gurcistanê re lîst û bi encama 2-0 bi ser ket û bû serkêşê Koma Pêncemîn.
Tîma neteweyî ya Portugal jî, bi Tîma Neteweyî ya Îrlandayê re lîst, bi zehmetî û di xulekên lê zêdeyî de, golek anî.
Bi vê encamê, Portugal gihêşt puana xwe ya 9 an û serkêşiya xwe ji bo Koma 6an berdewam kir.
Kûpaya Cîhanê ya 2026an, wê li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Kanada û Meksîkayê bê lidarxistin.