Maça di navbera taxima Serik belediye û Adana Demir Spor ku li stadyoma "Adanaya Nû" hate lîstin bi beşdarbûna 33,543 temaşevanî hate lîstin.
Maç di nîvê yekem de şahidî kelecanek mezin kir ku sê gola ji hêla taxima Serik belediye ve hatin tomar kirin.
Golên ku lîstikvanên Serik belediye tomar kirin jî di xuleka 1'ê de Aleksandr Martynov perdeya golan vekir.
Di xuleka 15'an de Christian Nwachukwu gola 2'emîn qezenc kir her wiha di xuleka 38'an de jî ji hêla hevkarê wî Gokhan Altiparmak gola sêyemîn avêt.
Di xuleka 78'an de Raymond Adeola gola 4'emîn û ya serkeftinê avêt.
Beriya ku maç biqede lîstikvanê taxima dijber Kursat Turkes Kucuk di xuleka 90'î de gola yekem tomar kir lê dîsa jî li bin ketin.
Maça di navbera Pendîkspor û Îstanbulspor bi 1-1 qediya
Di heman Lîgê de duh maçek din hate lîstin ew jî di navbera Pendikspor û Istanbulspor de bi encama 1-1 wekhev bi dawî bû
Di xuleka 22'an de ji hêla lîstikvanê Istanbulspor Omer Duymaz ve perdeya golan hat vekirin.
Lê lîstikvanê Pendikspor Gorkem Bitin golek di xuleka 63'an de avêt û maç bi encama 1-1 wekhev qedand.
Her wiha îro dê 5 werin lîstin ew jî wiha ne:
Maçên ku îro werin lîstin
13:30 : Sîvasspor - Umraniyespor
13:30 : Erzurum BB - Hatayspor
16:00 : Sakaryaspor - Van B.B.
16:00 : Sariyer - Keçîorengucu
20:00 : Amedspor - Manîsa