Taximê Neteweyî ya Tirkiyê û taximê Neteweyi ya Kosovayê du hatin beramberî hev.
Nîvê yekem ê maçê bi hewildanên hevbeş û golparêzê Tirk Ogurcan Çakir bi dawî bû ku şûtên xeternak ên Christian Asllani û Vedat Muriqi parast.
Di nîvê duyem de, Kerem Aktûrkoglû di deqaya 53'an de gola yekem a taximê xwe anî û serkeftina dîrokî ya Tirkiyê tomar kir.
Tevî zexta dijwar a Kosovayê di deqeyên dawî de û daxwazên wan ên ji bo penaltiyê jî, berevaniya Tirkiyê heta deqaya dawî ji bo bi ser bi kevin, hewildanên xwe domand.
Tirkiyê wê di koma D'yê de cih bigre
Bi vê serkeftinê Tirkiyê, ji sala 2002'an û vir ve ku di Kûpaya Cîhanê de di rêza sêyemîn de bi dawî bû, cara yekem vedigere Kûpaya Cîhanê.
Tirkiyê dê di Kûpaya Cîhanê ya 2026'an de di Koma D'yê de bilîze.
Di koma D'yê de Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Awistralya û Paraguay jî hene.
Berevajî vê, xewna Kosovayê ya gihîştina Kûpaya Cîhanê ji bo cara yekem di dîroka xwe de, bê ancam dawî bû.