Ev cara yekem e ku piştî 40 salan, Îraq beşdarî Kûpaya Cîhanê ya 2026'an dibe.
Îraqê di maçeke li stadyuma Monterrey, li Meksîkayê de li hember Bolîvyayê bi encama 2-1 bi ser ket, piştî 40 salan cara yekem beşdarî Kûpaya Cîhanê dibe.
Lîstikvanê tîma Îraqê El-Hemadî di xuleka 10 de ji bo tîma xwe skor vekir, berî ku lîstikvanê tîma Bolîvyayê Paniaga di xuleka 38'an de encamê wekhev bike.
Di xuleka 53'an de, Eymen Husên bi gola duyemîn îraqî kêfxweş kirin ku bi vî awayî "Şêrên Mezopotamyayê" bilêta beşdarbûna Kûpaya Cîhanê ya 2026`an misoger kirin.
Bi serkeftina Îraqê ya 2-1 li hember Bolîvyayê, Şêrên Mezopotamyayê piştî beşdarbûna xwe di Kûpaya Cîhanê ya 1986'an de, cara duyemîn mafê xwe yê beşdarbûna Kûpaya Cîhanê misoger kirin.
Îraq dê di Koma 9'an a Kûpaya Cîhanê de ligel Fransa, Senegal û Norwêcê tevlî bibe.
Kar dê li hemû sazî û dezgehên hikûmetê du rojan were sekinandin
Di derbarê vê serkeftinê de Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şîa Sûdanî îro ferman da ku demjimêrên fermî yên kar li hemû sazî û dezgehên hikûmetê ji bo roja çarşem û pêncşemê werin sekinandin.
Ji ber ku tîma neteweyî ya futbolê ya Îraqê di maça dawî ya ji bo beşdarbûna Kûpaya Cîhanê ya 2026'an de bi ser ket.