Amedspor 2-1 bi serket

Amedspor li mala xwe Pendîkspor pêşwazî kir û 2-1 bi ser ket.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Amedspor û Pendikspor di hefteya 5'emîn de hatin hemberî hev

Lîstikvanê Pendiksporê Bekir Karadeniz di deqîqeya 24'an de golek avêt  qela xwe û Amedspor 1-0 ket pêş.

Vê carê lîstikvanê Pendiksporê Jonson Clarke-Harris deqîqeya 28'an li ser navê tîma xwe golek avêt û skor bû 1-1.

Dewreya yekem a maçê beramberî bi dawî bû.

Dewreya duyem demeke dirêj her du alîyan hewildan ji bo gola duyêmin bavêjin.

Di deqîqeya 90 de lîstikvanê Amedsporê Diagne bi penaltiyê tîma xwe 2-1 xist pêş û maç bi vê skorê bi dawî bû.

Amedspor bi vê serkeftinê puanê xwe derxist 10'an û derket rêza 4'an.

Amedspor hefteya bê dê li deplasmanê bi Sakaryasporê re bilîze.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye