Zelensky da xuyakirin ku wî agahî ji fermandarê giştî yê Artêşa Ukraynayê wergirtiye û li gor wan agahiyan, hêzên wan li navçeyên sînorî bi taybetî li herêma Somî pêşketinên mezin bidest xistine.
Di berdewamiya axaftina xwe de, Zelensky ev yek jî anî ziman ku li Kupyansk a bakurê rojhilatê Xarkiyevê, hêzên Rûsyayê zirar û ziyaneke mezin dîtine.
Serokê Ukrayna daxwaz ji hêzên artêşê kir ku bersiva her êrîşeke hêzên Rûsyayê bidin û got ew niha xwe amade dikin ku berê xwe bidin bajarê Dobropillya yê girêdayî herêma Donetsk li başûrê rojhilatê Ukraynayê.