Navenda Polîsê bajarê Grand Blanc li wîlayeta Michiganê eşkere kir ku êrîş ji aliyê kesekî çil salî ve pêk hat, gule bi ser sivîlan de reşand û bi zanebûn dêr şewitand.
Navenda Polîs da xuyakirin ku ew êrîşker ji aliyê polîsan ve hat kuştin.
Li wîlayetên din ên Amerîkayê û bi taybetî li seranserê New York`ê hêzên Polîs li derdora saziyên olî hatin bicihkirin.
Serokê Amerîka Donald Trump sersaxî ji malbatên kuştiyan re xwest û tekez kir ku divê tundûtûjî li Amerîka bi dawî bibe.
Ji aliyê xwe ve jî, Berdevkê dêrê Doug Anderson ragihand ku ew bi hêzên ewlehiyê yên herêmî re, di têkiliyê de ne û destnîşan kir ku pêwîste cihên îbadetê bibin cihên parastî yên aştî û biratiyê.