Berê van mûşekan li Îranê ye.
Amerîka ku hêza xwe li nêzîkî Îranê bi cih kiriye, piştî bidaîwhatina lûtkeya NATO ya li Enqereyê êrîşeke berfireh li dijî Komara Îslamî ya Îranê da destpêkirin.
CENTCOM: Hêzên Amerîkî 90 xal û navendên leşkerî yên Îranê hedef girtin
Fermandariya Navîn a Artêşa Amerîkayê CENTCOM`ê dîmenên êrîşa nû belav kir û eşkere kir ku hêzên wan 90 xal û navenêdn leşkerî yên Îranê dane ber top û mûşekan.
CENTCOM: Me êrîşên xwe yên vê carê li dijî Îranê temam kirin
CENTCOM`ê ragihand ku navendên parastina dijî balafiran, radar, embarên çek û teqemeniyan, cihên veşartina dron û mûşekan hatine bombebarankirin.
Îranê êrîşî ser Behreyn û Kuweytê kir
Supaya Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê jî daxuyaniyek da û têde ragihand ku Amerîka êrîşî ser çend xalên peravê li başûrê Îranê kiriye, herwiha 2 pira yên ku Tehran û Meşhedê bi hev girê didin hatine teqandin.
Supaya Pasdaran: Hêzên me 4 navendên Amemrîkî hedef girtin
Supaya Pasdaran da xuyakirin ku hêzên wan bi mûşek û dronan êrîş birine ser Erîfçan û Elî Salim ên Amerîkî li Kuweyetê û herdu navendên Cifêr û Şêx Îsa li Behreynê.
Supaya Pasdaran: Em Amade ne êrîşên xwe zêdetir bikin
Supaya Pasdaran gefeke nû li Amerîkayê xwar û da zanîn ku heger êrîş li dijî wan berdewam bin, wê ew jî êrîşên xwe li hember navendên Amerîkî li vê deverê berfirehtir bikin.
Trump: Em ê bi 20 êrîşan bersiva her êrîşeke Îranê bidin
Di dema birêketina serokê Amerîkayê ji Enqere ber bi Waşingtonê ve, di nav balafira xwe ji rojnamevanan re got, her êrîşek ji aliyê Îranê ve bê kirin wê Amerîka bi 20 êrîşan bersiv bide.
Artêşa Amerîka dîmenên hêza xwe li nêzîkî Îranê belav kir
Fermandariya Navîn a Artêşa Amerîkayê dîmenên hêza xwe li Kendavê li nêzîîk Îranê belav kir û destnîşan kir ku niha zêdetirî 20 gemiyên wan ên şer li nav vê avê digerin û ewlehiya vê herêmê xistine bin kontrola xwe de.
CENTCOM`ê ev yek jî anî ziman ku hêza wan a leşkerî sînoran nas nake