Şandeya Bakurê Kurdistanê serdana Jinwarê kir

Şandeya ku di 7’ê cotmehê de ji Bakurê Kurdistanê derbasî Rojava bû, piştî serlêdana saziyên li herêmê, îro serdana Jinwarê kir.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Şande ji hevşaredara Mêrdînê û hevberdevka Komîteya Dîplomasiyê ya Rêveberiyên Xwecih Devrîm Demîr, hevşaredara navçeya Yenîşehîr a Amedê Safiya Aladag, hevşaredara navçeya Farqîn a Amedê Sevîm Bîçîçî, hevşaredara Tetwanê Belkîze Beştaş Epozdemîr û endama Komîteya Dîplomasî Rûken Demîr pêk tê.

Şande li nava Jinwarê geriya, serdana Akademiya Jinwar, klînîka Tiba Xwezayî, Mala Zarokan kir, bi jinan re hevdîtin kir.

Her wiha agahî li ser armanca avakirina Jinwarê kom kir. Ji bo pêşxistina projeyên bi vî awayî agahî li ser şêwazê avakirina Jinwarê girtin.

Piştî serdanê dê şande vegere bajarê Qamişloyê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye