
Li Başûrê Kurdistanê, zengila yekem a roja werzê nû ya xwendinê ya sala 2026 -2027`an bi beşdariya mîlyonek û 750 hezar xwendekar dest pê kir.
Ev zengil ji bo heft hezar û 590 dibistan û baxçeyên zarokan ên ser bi Wezareta Perwerdeyê ya Başûrê Kurdistanê ve, hat lêdan.
Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Perwerdeyê li dibistana Global a li Hewlêrê, zengila destpêkirina sala nû ya xwendinê hat lêdan û gotarek ji bo xwendekaran hat dayîn.
Mesrûr Barzanî li ser wateya rojê axivî û got:
“Kurdistan hûn ê bibin kesên mezin. Hûn paşeroja vî welatî ne, hûn in ku biryar didin ka paşeroja vî welatî bi kîjan arasteyê ve diçe.
Girîngiyê bidin xwendina xwe, mirovdost bin, mamoste û kesûkarên xwe xweş bibin.
Rêzê ji hemû çîn û tebeqeyan bigirin, bajar û welatê xwe paqij rabigirin û jîngeha welatê xwe biparêzin.”
Barzanî: Divê xwendekar nîştimanperwer bin
Mesrûr Barzanî ji xwendekaran xwest ku nîştimanperwer bin, ji ber ku ev welat berhema qurbandana şehîdan e.
Her wiha spasiya xweragiriya mamosteyan kir ku di hemû qonaxan de berdewam bûn li ser proseya perwerde û fêrkirina zarokên nîştiman.
Mesrûr Barzanî spasya xweragiriya mamosteyan kir
Wezîrê Perwerdeyê Alan Heme Seîd jî, di rêwresma destpêka sala nû ya xwendinê de ragihand ku îro 36 avahiyên nû radestî kerta perwerdeyê hatin kirin.
Her wiha 29 avahiyên din jî di qonaxa xebatê de ne.
Wezîrê Perwerdeyê: Di kabîneya nehem de 310 avahiyên nû hatin qedandin
Heme Seîd amaje bi wê yekê jî kir ku di temenê kabîneya nehem de 310 avahiyên nû hatine qedandin û 629 dibistanên nû yên xwendinê hatin avakirin, her wiha 3175 dibistan hatin nûjenkirin.
Bi vî rengî, jimara giştî ya dibistanan gihîştiye 4969 jûreyan ku cihê 125 hezar xwendekarî tê de dibe.
Werza yekem a xwendinê 72 roj e û werza duyem jî 89 roj e
Her wiha hezar mamoste di warên dîjîtalî de, ji bo danustandinê ligel xwendekarên xwedan pêdiviyên taybet de hatine rahênankirin.
Sala nû ya xwendinê li Başûrê Kurdistanê li gor salnameya Wezareta Perwerdeyê, werza yekem a xwendinê 72 roj e û werza duyem a xwendinê jî 89 roj e.