Artêşa Îsraîlê: Kesekî Sûrî plan li dijî hêzên Îsraîlê dikir hat armanc kirin

Berdevka artêşa Îsraîlê Ella Wawe diyar kir ku wan kesekî Sûrî plan dikir ku êrîşan li dijî hêzên Îsraîlê li başûrê Sûriyê bi rêberiya Îranê bike, ew armanc kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ella Wawe li ser malpera "X" ê der barê vê yekê de daxuyaniyek da û got ku kesê ku dixwest vê yekê bike bi navê Yûsif Elî Hesûn e.

Di sala borî de jî, Yûsif Elî Hesûn li ser pêkanîna planên li dijî hêzên Îsraîlê xebitî, lê artêşê planên wî vala derxistin.

Ev plan jî avêtina balafirên bêmirov ên teqemenî û roketan li dijî hêzên Îsraîlê li başûrê Sûriyê ye.

Berdevka artêşa Îsraîlê di dawiya daxuyaniyê de piştrast kir ku ew ê xebatên xwe berdewam bikin heya ji holê rakirina gefên yekser li hemû eniyan.

Her wiha tekez kir ku pabendiya xwe ya berdewam bi peymana di navbera Îsraîl û Lubnanê de ye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye