Rêxistina Mafê Mirovan a HRANA`ê bi raporekê bîlançoya 24 saetên dawî ya şerê Îsraîl-Amerîkayê û Îranê ya Rojhilatê Kurdistan û Îranê belav kir.
HRANA ragihand ku di nava 24 saetên borî de li ser 18 parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, herî kêm 541 êriş hatin pêkanîn ku 42 baregehên leşkerî, baregehên Supayê Pasdaran, navendên hêza Besîc, balafirgehên leşkerî, navendên polîsan, bîrên neftê û qadên enerjiya atomî yên Îranê bûn.
Li gorî rapora HRANA di encama êrîşên 24 saetên borî de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 35 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û 60 welatî jî birîndar bûn.
HRANA ragihand ku piraniya êrîşan li ser Esfehan, Tewrêz, Xorasanî Rezewî, Tehran û Faris hatine pêkanîn.
Hêjayî gotinê ye ku li gorî bîlançoyên ne fermî, ji destpêka şerê Îran û Îsraîl-Amerîkayê heta duh ve li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ve, hezar û 528 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane ku 228 jê zarokin.