Bidarvekirina girtiyan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bênavber berdewam dike.
Rêxistina Mafên Mirovan a Hingawê ragihand ku cezayê bidarvekirinê yê girtiyê bi navê Erdelan Sebzî sibeha roja yekşemê 23`yê tebaxê, li Zindana Navendî ya Makûyê hat bicihanîn.
Erdelan Sebzî welatiyekî Kurd e û ji bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê ve ye.
Li gorî Hingawê, Erdelan Sebzî berî çar salan bi tawana kuştina bi zanebûn hatibû girtin.
Paşê ji hêla dadweriya Îranê ve cezayê bidarvekirinê lê hat birîn.

Li parêzgeha Xorasana Rezewî 3 kes hatin bidarvekirin
Heman Rêxistinê da zanîn ku di sibeha roja çarşemê 19`ê tebaxê de, cezayê bidarvekirinê yê girtiyê bi navê Elî Efzelî li Zindana Navendî ya Sebzewarê hat bicihanîn.
Elî Efzelî 33 salî ye û ji bajarê Sebzewarê yê ser bi parêzgeha Xorasana Rezewî ve ye.
Ji aliyekî din ve jî, di dawiya meha tîrmehê de, cezayên bidarvekirinê yên du birayan ên bi navê Mistefa Kerabî û Cewad Kerabî li heman zindanê hatin bicihanîn.
Heta dema eşkerekirina vê nûçeyê, bidarvekirina hersê girtiyan ji aliyê medyaya fermî ya Îranê yan jî ji hêla saziyên girêdayî dadweriya Îranê ve nehatiye ragihandin.
Dewleta Îranê xwepêşanderek bi dar ve kir

Her wiha Ajansa Nûçeyan a Mîzanê jî, ku ajansa fermî a dadweriya Îranê ye, roja yekşemê 23yê tebaxê, ragihand ku cezayê bidarvekirinê yê girtiyê bi navê Mecîd Adîne hat bi cih anîn.
Mecîd Adîne yek ji xwepêşanderên ku di xwepêşandanên Çileyê de hatibû girtin.
Paşê bi darvekirinê û desteserkirina mal û milkên wî hat cezakirin.
Li gorî Mîzanî, Mecîd Adîne êvara 9ê çileya 2026an li bajarokê Mihemedşehir ê girêdayî bi bajarê Kerecê yê ser bi parêzgeha Elburzê ve hat girtin.