Di şerê Hizbullah û Îsraîlê de 120 kes hatine kuştin û 683 kes jî birîndar bûne

Ji destpêka şer heta niha di êrîşên hewayî yên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de zêdetirî 120 kes hatine kuştin û 683 kes jî birîndar bûne. Her wiha Hizbullah hişyarî da şêniyên bajarokên sînorî yên Îsraîlê ku ji heremê vala bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Êrîş û aloziya li ser sînorê Libnan û Îsraîlê dewam dike.

Li gorî bîlançoyeke nû ya ku Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê, ragihandiye ji destpêka şerê di navbera Hizbullah û Îsraîlê de zêdetirî 123 kes hatine kuştin û 683 kes jî birîndar bûne.                                                                                                                                

Her wiha Wezaretê diyar kir ji ber ku li nexweşxaneyan pir birîndar hene, dibe ev ku hejmar zêde bibe.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Libnanê, Îsraîlê avahîyek kampa penaberên Filistînî ya Bedawî li Trablûsê (bakur) hedef girtiye û du rêveberên Hamasê û jinek ku nasnameya wê nehatiye diyarkirin hat kuştin.

Roja Pêncşemê piştî nîvro ji bo tevahiya taxên li başûrê Beyrûtê hişyariyek valakirinê hat dayîn, her wiha şêniyên herêmê ku nifûsa wê di navbera 600-800 hezarî de ye malên xwe terk kirin.

 

Hizbullah: Hişyariya vekişînê da niştecihên bajarokên Îsraîlê yên sînorî

 

Hizbullaha Lubnanî hişyariya vekişînê da niştecihên bajarokên Îsraîlê yên ku pênc kîlometre li ser sînorê Libnanê ne.

Ev hişyarî piştî ku Îsraîlê hişyarî da niştecihên taxên başûrê Beyrûtê ku ji malên xwe derkevin, hat.

Libnan roja Duşemê tevlî şerê Rojhilata Navîn bû.

Îsraîl dibêje ku ew ê bajarokên sînor vala neke û hejmareke zêdetir ji leşkerên li ser sînorê Libnanê bi cih kiriye.

Hizbullahê vê sibehê rêze teqînên ku li Tel Avîvê çêbûne hilgirte ser xwe.

Artêşa Îsraîlê her wiha roja Pêncşemê êvarê ragihand ku dest bi topbarankirina tesîsên Hizbullahê li taxên başûrê Beyrûtê kiriye.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye