Artêşa Îsraîlê êrîşî Rojhilatê Xan Yûnisê ya Başûrê Xezeyê kir

Artêşa Îsraîlê îro êrîşê rojhilatê Xan Yûnisê ya başûrê Xezeyê kir. Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu piştrast kir ku êdî Xeze ji bo Îsraîlê gefê çênake û armanca Îsraîlê ew e ku Hemasê bêçek bike. Hemas jî dibêje mijara bêçekirinê bidawîhatina dagirkeriya Îsraîlê ve girêdayî ye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Tevî ku serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandibû ku  agirbesta li Xezeyê wê dîsa têkeve meriyetê her wiha artêşa Îsraîlê destnîşan kir ku hêzên wan dê pêkanîna peymana Xezeyê berdewam bikin.

Lê hate ragihandin ku îro artêşa Îsraîlê li rojhilatê Xan Yûnisê ya başûrê Xezeyê êrîşên  pêk aniye.

Heta niha di derbarê kuştî û birîndaran tu agahî nehatine belavkirin.

Hate diyarkirin ku balafirên şer ên Îsraîlê nêzîkî şeş caran êrîşî deverên cuda yên rojhilatê bajêr kirin, bêyî ku cewherê hedefên ku hatine bombebarankirin bizanin.

Di heman demê de, artêşa Îsraîlê ew herêm dorpêç kir û herêm wekî "herêma sor" dabeş kir ku nêzîkbûna wê qedexe ye.

Li gorî televiziyona El-Arabiye di derengiya şeva borî de, artêşa Îsraîlê malbatek  Filistînî ya bi navê El-Attar hedef girt dema ku ew hewl didan vegerin malên xwe û di encamê de 2 ji malbatê jiyana xwe ji dest dan.

Di derbarê vê bûyerê de jî, artêşa Îsraîlê eşkere kir ku wan şaneyek Hemasê hedef girtiye ku dixwest êrîşekê li dijî hêzên Îsraîlê pêk bîne.

Netanyahu: Xeze wê ji bo Îsraîlê nebe gef

Herî dawiyê jî Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu piştrast kir ku êdî Xeze ji bo Îsraîlê gefê çênake û armanca Îsraîlê ew e ku Hemasê bêçek bike.

Hemas: Mijara bêçekkirinê aloze û pêdivî bi lihevkirinê heye

Derbarê çekan de jî, rêberê Hemasê li Xezeyê Xelîl el-Heyya, roja duşemê ya borî di daxuyaniyekê de piştrast kir ku mijara çekan di bin nîqaşê de ye û ev mijar bi bidawîhatina dagirkeriya Îsraîlê ve girêdayî ye.

Her wiha Hemasê tekez kir ku mijara bêçekkirinê, aloz e û pêdivî bi lihevkirina Filistîniyan heye.

Di 10´ê cotmehê de bi navbenkariya Amerîka û Misirê agirbestek li Xezeyê hat ragihandin, lê roj bi roj ev agirbest tê binpêkirin û roj bi roj agirbesteke nû radigihînin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye