Di çarçoveya lêpirsîna "bertîl" û "dizîna pereyan" a ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve ev operasyon pêk hat.
Serdozgeriyê vê sibê li dijî şaredariya navçeya Kuşadasi ya bajarê Aydinê operasyoneke hevdem pêk anî.
Di çarçoveya vê operasyonê de li bajarê Îzmîr, Aydin û Antalyayê 22 kesên ku der barê wan de biryara girtinê hebû operasyon pêk hat.
Di encam de vê operasyona hevdem de 15 kes hatine binçavkirin.
Di nav kesên binçavkirî de Sekretera Taybet a Şaredariya navçeya Kuşadasiyê, Cîgirê Şaredarê berê, Endamê Meclîsa Şaredariya CHP`ê, parêzer, karsaz, xwediyên şîrketan, xwediyên otêlan û kesên ji komên pîşeyî yên cûda jî hene.