Di partiya Ozgur Ozel de çawa cîh digre û çawa hat pênasekirin?

Di van rojan de, di siyaseta Tirkiyê de gavên krîtîk têne avêtin. Piştî ku serokê partiya muxalif Ozgur Ozel bi rêya darazê ji serokatiya CHPê hat girtin, Ozel ji CHP’ê îstîfa kir û bi 90 parlamenteran re "Partiya Nû" damezrand. Partiya Nû bernameya xwe ya 41 rûpelî eşkere kir. Gelo di bernameyê de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd çi peyam hatin dan û çawa hat pênasekirin em binêrin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di nava sîyaseta Tirkiyê de guherîn ji kelkela havinê germtir in.

Ozgur Ozel ê ku ji CHP’ê veqetiya, bi yekdengiya parlamenteran wekî Serokê Giştî yê Partiya Nû hat hilbijartin.

Ali Mahir Başarır, Murat Emir û Gokhan Gunaydın bûn Cîgirên Serokê Koma Partiyê.

Partiya Nû bi daxuyaniya "Banga Guherînê" dest bi xebatên xwe kir, bernameya xwe eşkere kir û bal kişand ser çareseriya pirsgirêkên bingehîn ên welêt.

Zimanê Kurdî di bernameyê de ye lê perwerdehî tune ye!

Di bernameyê de hat diyarkirin ku bi bidawîbûna terorê re dê pirsgirêka Kurd bi awayekî mayînde û demokratîk bê çareserkirin.

Partiyê ragihand dê dawî li sepana qeyuman bê anîn û mafê fêrbûna zimanê dayikê yê hemû welatiyan bê dabînkirin, lê belê cih nedan mijara perwerdehiya bi zimanê dayikê.

Serok şaredar û serokên partiyan Ozel pîroz kirin

Ji aliyê din ve, Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatimogulları û Tuncer Bakırhan, ji ber damezrandina Partiya Nû bi rêya telefonê li Serokê Giştî Ozgur Ozel geriyan û pîrozbahiyên xwe ragihandin.

Di heman demê de, Serokê Giştî yê MHP`yê Devlet Bahçelî û Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqerê Mansur Yavaş jî bi rêya telefonê rasterast bi Ozgur Ozel re axivîn û ji ber avakirina partiya nû pîrozbahiyên xwe gihandin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye